Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin

Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin

Di encama operasyona d bin navê KCK'ê de ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê hate lidarxistin, hêjmara kesên ku hatibûn binçavkirin gihaşt 7'an.

Yekîneyên şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Osmaniyeyê serê sibê li Osmaniyeyê di ser gelek malan de girtin. Polîsan di ser mala Serokê BDP'a Osmaniyeyê Maşallah Çetin ya li taxa Mehmet Akif Ersoyê û gelek malên endam û rêveberên HDK'ê û BDP'ê de girtin.

Polîsan di serdegirtina malan de Endamê Meclîsa HDK'ê ya Osmaniyeyê Necmettîn Ozkan û rêveberê Navçeya Navendî ya BDP'ê Celal Eker, endamên BDP'ê Şemsettîn Okten, Îsmet Yuzuguldu û welatiyên bi navê Mehmet Çalişkan û Ahmet Bildircin girt bin çavan.

Hate zanîn ku di çarçoveya operasyonê de Serokê BDP'ê ya Osmaniye Maşallah Çetîn li Bedlîsê hatiye binçavkirin û dê bibin Osmaniyeyê. Kesên hatiye binçavkirin niha li Miduriyeta Polîsan ya Osmaniye tên girtin. Hate zanîn ku 7 kesên di çarçoveya operasyona KCK'ê de hatin binçavkirin dê roja Duşemê derxin edliyeyê.