Li Nisêbînê derabe hatin girtin, hezaran diçin Amedê

Li Nisêbînê derabe hatin girtin, hezaran diçin Amedê

Ji ber mitînga ku dê îro li Amedê bê lidarxistin, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê derabe nehatine vkirin û bi hezaran berê xwe dan Amedê.

Ji ber mitînga îro dê ji bo azadiya Ocalan li Amedê bê lidarxistin, li navçeya Nisêbînê derabe nehatin vekirin û bi hezaran şêniyên navçeyê berê xwe dan Amedê.

Polîsan ketin û derketina navçeyên kontrol dikin û li derdora avahiyên BDP’ê polîs hatine bicihkirin. Bi hezaran kes li ber avahiya BDP’ya Nisêbînê kom bûne. Gel dê ji vir bi wesayîtên taybet biçin Amedê.