BI DÎMEN

Li Montpellîerê Kurdan nehiştin faşîst bimeşin

Li bajarê Fransa Montpellîerê, 27 komeleyên ji aliyê AKP-MÎT'ê ve tên rêvebirin, bi hefteyan amadekariya meşê dikirin. Lê Kurdan û dostên wan nehiştin faşîst bimeşin.

Li bajarê Fransa Montpellîerê, 27 komeleyên ji aliyê AKP-MÎT'ê ve tên rêvebirin, bi hefteyan amadekariya meşê dikirin. Lê Kurdan û dostên wan nehiştin faşîst bimeşin.

Koma faşîst a alîgirên AKP û çeteyan, ji Montpellîer û derdora wê berê xwe dan Meydana Comedîe ji bo çalakiyê lidar bixin. Lê belê Kurd û dostên wan ên berî van faşîstan li meydanê bûn, nehiştin faşîst bikevin qadê.

Polîsên Fransayê li ser vê yekê bi gazê êrîşî Kurdan û dostên wan kirin. Tevî vê yekê jî girseya gel ji meydanê derneket. Ji ber êrîşa polîsan 13 kes hatin binçavkirin.

Ji binçaviyan 11 kes hatin berdan, ji bo 2 kesên mayî jî li ber navenda polîsan çalakî hat lidarxistin û polîsan diyar kirin ku her du kes danê sibehê tên berdan.

...