Li Metzê panela Şengal û Kobanê
Li Metzê panela Şengal û Kobanê
Li Metzê panela Şengal û Kobanê
Li bajarê Franse Metzê bi beşdariya gelek kesan panelek derbarê komkujiyên li dijî Rojava û Şengalê de hate lidarxistin. Nunerê PYD’ê di panelê de ji her kesî xwest ku her kes xwedî li berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwedî derbikeve û bal kişand ku berxwedana Kobanê ji bo hemû mirovahiyê ye.
Li bajarê Metz ê li herêma Lorrianeyê, di salona bi navê Petit Bois de derbarê rewşa Şengal û Kobanê de panelek hate lidarxistin. Panel ji aliyê Komeleya Moselle ya ji aliyê Meclîsa Gel a Metzê, Elewî, çepgir û komên din ên Tirkiyeyî ve hatiye avakirin, ve hate lidarxistin.
Di panelê de bi qasî 200 kes amade bûn û her yek ji Nunertiya PYD’ê ya Brukselê Dara û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar axaftinek kirin
Nunerê PYD’ê bal kişand ku li Rojava li hemberî jiyana wekhev a gel û baweriyan, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkarîya hêzên paşverû êrîşê Şengalê kirin û diyar kir ku dixwazin bi êrîşkirina ser Kobanê jî komkujiyeke din pêk bînin.
Nunerê PYD’ê Dara bang li hêzên demokrat, çep û elewiyan kir û da zanîn ku têkoşîna li Rojava tê meşandin, têkoşîna mirovahiyê ye.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar jî bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û Şengalê û diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê dê bandorê li pêvajoya aşitiyê jî bikin. Şakar destnîşan kir ku gava mijar dibe Kurd, hiqûqa navneteweyî radiweste.
Panel, bi pirsên beşdaran ên li ser Kobanê û Şengalê berdewam kir. Ji bo alîkariya bi Şengalê re jî maseyek hate danîn.