Li Mêrsînê teqîn: Kesek birîndar bû

Li Mêrsînê teqîn: Kesek birîndar bû

Li Mêrsînê li ber otelekê tupa pîknîkê ya bi bombeya destan hatibû danîn teqiya û di encama teqînê de kesek birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, serê sibê li taxa Mufîde Îlhan li Cadeya Akndenîzê li ber otelekê teqîn pêk hatiye. Di qatê zemînê yê oteleê de xesarek mezin derket holê û peywirdarê bi navê Cemal Aybek (36) birîndar bû. welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û tedawî kirin.

Polîs ji bo lêkolînê hate cihê buyerê û got teqîn ji ber tupa pîknîkê ya bi bombeya destan hatiye pêçan pêk hatiye.