Li Mêrsînê serê sibê di ser gelek malan de hate girtin û 4 kes binçavkirin.
Yekîneyên polîsan serê sibê di demjimêr 05.00'an li taxa Çîlek ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di ser hinek malan de girt. Di serdagirtinan de Nebî Aras, Îsrafîl Aras, Suleyman Aydin û Mehmet Aydin hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.