Li Mêrsînê polîsan êrîşê cenazeyê gerîla Keskîn kir

Li Mêrsînê polîsan êrîşê cenazeyê gerîla Keskîn kir

Piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şukru Sezer yê li bejahiya navçeya Melezgira Mûşê jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê spartin axê, polîsên Tirk êrîşê girseyê kirin. Polîsan nasnameyên gelek kesî desteser kir.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şukru Sezer (Keskîn Suruç) yê di pevçûna 27'ê Hezîranê li bejahiya Melezgira Mûşê nêzî gundê Zikreşê de jiyana xw ji dest dabû doh ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û birin Mêrsînê.

Malbata Sezer piştî ku cenaze anî Mêrsînê li goristana Guneykentê spart axê. Bi sedan polîs jî bi wesayîtên zirxî goristan dorpêç kir û êrîşê girseya tevlî merasimê bûye kir. Polîsan nasnameyên welatiyên ku ji goristanê derketin desteser kir. Hat zanîn ku komeke ciwanan hê jî li goristanê di bin dorpêça polîsan de ne. Dorpêçkirina polîsan berdewam dike.