Li Mêrsînê li dijî qereqola polîsan êrîşa bombeyî

Li Mêrsînê li dijî qereqola polîsan êrîşa bombeyî

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê beriya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bi sedan ciwan li hev kom bûn û êrîşî qereqola polîsan a Sitelerê kir.

Şevê din li navçeya Akdeniza Mêrsînê beriya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bi sedan ciwanên ku li taxa Şevket Sumerê kom bûn bi kevir û molotofan êrîşî qereqola polîsan a Sitelerê kir. Êrîşa ku nêzî 20 deqîqeyan pêk hat kolana Yenî Pazarê li trafîkê girt. Komê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kir. Polîsan piştî demekê bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir û pevçûn li kolanan didome.