Li Mêrsînê diziyek balkêş!

Li Mêrsînê diziyek balkêş!

Li Mêrsînê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat di nava 3 rojan de cara 2’mîne têne dizîn.

Her roj rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat bi otobûsê ji Edeneyê rê dikin Mêrsînê ev sê roje diz rojnameyan di dizin. Îro jî li Otogara Mêrsînê ji hezaran zêdetir rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat hatin dizîn.

Di roja 15’ê Tebaxê de jî 750 rojnameyên Ozgur Gundem, 160 Azadiya Welat û 45 rojnameya heftane ya Demokratîk Yorum hatibûn dizîn. Xebatkarên Azadiya Welat û Ozgur Gundem diyarkirin ku, ev diziyên têne kirin, sîstematîk û bi armancin. Xebatkara aşkera kirin ku, armanca wan ewe ku xwendevana bê agahî bihêlin.