Li Mêrsînê 3 teqîn

Li Mêrsînê 3 teqîn

Li Mêrsînê, di demjimêrên şevê de bombeyên deng avêtin kulubeyên li ber lojmanên polîsan û du navendên kirînfirotinê. Di encama teqîna bombeyan de ziyanek madî çêbû, wendahiyên can çênebûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li Taxa Akbelen a navçeya Toroslarê, li ber lojmanên polîsanên Navenda Polîsan a Osmanniyeyê pêk hat. Piştî teqînê gelek kesên di lojmanan de ji xaniyên xwe derketin. Di encamê de ziyaneke madî çêbû.

Her wiha, nîv saet piştî teqîna li ber lojnamê li navçeyên Merkez Yenîşehîr û Mezîtlîyê bombeyên deng avêtin du cihên kirînfirotinê, di encamê de ziyaneke madî çêbû.