Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin

Li gelek navçeyên Mêrdînê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.

Îro di danê sibehê de polîsan li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de deriyên malan hatin şikandin. Di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Nisêbînê ya berê Ziynet Algan û Mîthat Yilmaz û Lokman Aslan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.