Li Mêrdînê 2 hatin girtin û li Rihayê 48 xwendekar hatin binçavkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê 2 mamostayên hatin binçavkirin hatin girtin, li Rihayê jî 48 xwendekar piştî pîrozbahiya Newrozê bi hinceta ku ‘bi xwêdan in’ hatin binçavkirin.

MÊRDÎN
Mamosta Nesrettîn Oral û Sûmmeya Akar ên ku duh dema ji dibistanê ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê derdiketin hatin binçavkirin, piştî kar û barên wan ên li Emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Pîştî îfadeyên li dozgeriyê her 2 mamosta, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sûlhê hatin kirin. Oral û Akar ji ber parvekirinên xwe yên li ser torên civakî bi îdîaya ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê.
URFA
Li Rihayê 48 xwendekarên Zanîngeha Harranê duh li ber Kafeteryaya Kampusa Osmanbey pîrozbahiya Newroza bi destûra rektortiyê de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Xwendekarên ku hê li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin diyar kiribûn ku ji bo pîrozbahî ji rektortiyê destûr hatiye girtin û ligel vê jî rastî êrîşa polîsan hatine.
Xwendekarên ku bi Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan re li ber avahiya midûriyetê disekinin destnîşan kirin ku hevalên wan ji ber sedema "di xwêdanê de mane" û "rûyên wan sor bûye" hê di bin çavan de ne.
Navê 48 xwedekarên hatin binçavkirin wiha ne: Mûstafa Altundag, Ahmet Aydogdu, Sînem Ayalp, Kemal Dîken, Îbrahîm Çevîk, Ferhat Erkûş, Evîn Yildiz, Omer Perk, Yilmaz Guçlu, Ayşe Kayaaltin, Rûkiye Bûlût, Salîh Baran, Mehmet Guneşlî, Ahmet Guneşlî, Ramazan Guneşlî, Ûgurcan Altûndag, Nûrettîn Bîlîcî, Merve Boz, Şehnas Muslum, Bawer Yazar, Meyrema Erunalî, Gulsum Çîçek, Dîlan Ozkara, Îbrahîm Işik, Yalçin Gungor, Mehmet Elmas, Mûstafa Aktar, Alîcan Demîrcî, Îkbal Ozpazar, Gunduz Merîç, Ferhat Canpolatli, Kısmet Turkekûl, Sûltan Sayan, Zuhruye Tekun, Fatume Tûtar, Mehmet Alî Korkanhata.