Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rifat Kizil (Çekdar Amed) û Ûbeydûllah Arik (Adil Çavşîn) ku di encama êrîşa li Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê de jiyana xwe ji dest dabûn û di Goristana Bêkesan a Edeneyê hatibû veşartin ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin. Her wiha cenazeyên 3 gerîlayên ku li Meletiyê bûn ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin.
Ji cenazeyên 5 gerîlayên ku di 19'ê Pûşperê di encama êrîşa li hemberî Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê ya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan a Edeneyê de hatibûn veşartin, cenazeyê Rifat Kizil (Çekdar Amed) û Ûbeydûllah Arik (Adîl Çavşîn) piştî ku testa DNA'yê bi encam bû, ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin. Malbata Şîrvan Mûaver (Xoşmer Zîlan) jî ji bo testa DNA'yê xwîn dabû, lê ji ber ku encamên testa DNA'yê nehate eşkerekirin, cenaze nadin malbatê.
Malbatên Kizil û Arik piştî ku serî li dozgeriya Edeneyê dan, çûn Goristana Bêkesan a di nava Goristana Kabasakala Edeneyê de ye û cenazeyên Arik û Qizil wergirtin. Di girtina cenazeyan de girseyek mezin ku Serokê BDP'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak, Serokê BDP'ê ya Navçeya Seyhanê Mûrat Tûrgay, rêvebir û endamên BDP'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Şahîn Kiliç jî di nav de tevî malbatê çûn goristanê û cenaze ji wir wergirtin.
Xizmê gerîla Rifat Kizil Sûna Kizil diyar kir ku 50 rojin li bendê ne ku cenaze bigirin û wiha got: "Birayê min 20 sal berê çûye, me hestiyên wî jî nedît. Em naxwazin kes bimire. Bila dayik negirîn êdî bes e, bes e, bes e...Bila ne dayika leşker ne jî ya gerîla bigirîn. Kezeba min dişewite. Em şer naxwazin, aştî dixwazin." Bavê Kizil Azîz Kizil jî anî ziman ku ew wekî gelê kurd, dê û bavên ciwanan her tim aştî xwestine, lê aliyê din her tim şer dixwazin. Kizil wiha got: " Em şer naxwazin. Naxwazin xwîn birijê." Piştî ku cenaze ji goristanê hate girtin bi wesayîtan ber bi Amedê ve bi rê ketin. Hate zanîn ku cenazeyê Kizil dê li Amedê, cenazeyê Arik jî li Wanê were veşartin.
LÝ MELETÝYÊ CENAZEYÊ 3 GERÎLAYAN HAT WERGIRTIN
Ji aliyê din cenazeyê 3 gerîlayên ku di meha Sibatê li Herêma Besta ya Şirnexê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatên wan ve ji Meletiyê hatin wergirtin. Cenazeyê gerîla Ahmet Aktaş, Mûrat Karataş û Dervîş Çakmak ku li Goristana Bêkesan a Meletiyê de hatibûn veşartin, piştî serlêdana malbatan a dozgeriyê, ji wir hatin wergirtin. Hate zanîn ku dê cenazeyê Aktaş li Mîdyada Mêrdînê, cenazeyê Karataş li Amedê û cenazeyê Çakmak jî dê li Edeneyê were veşartin. Malbatên ku cenazayan girtin, derketin rê.
CENAZEYÊ GERÎLA GUMUŞ NEHAT NASÎN
Malbata gerîla Servet Gumuş ê (Şahîn Karker) ku di 3'ê Tebaxê de di encama pêvçûna li Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê bigirin çûn Meletiyê. Malbata Gumuş ji bo teşhîskirina cenazeyê serî li dozgeriyê da. Malbat bi destûra dozgeriyê çûn morga ku cenaze lê tê girtin, lê ji ber ku cenaz şewitîbûn nikaribûn teşhîs bikin. Malbat piştî ku ji bo testa DNA'yê xwîn da, vegeriya Mûşê.