Li Meksîkayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Nûnerên gelê Mayo yê bajarê Obregon ê eyaleta Sonora ya Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Nûnerên gelê Mayo yê bajarê Obregon ê eyaleta Sonora ya Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Gelê Mayo yên ku xwedî rêveberiyeke xweser in û tevî ku mafên wan ên li ser axa ku bi hezaran sal in lê ne nîne, bi têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên koçberkirinê yên dewletê tê nasîn. Nûnerên Mayo destnîşan kirin ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan çareseriyeke gerdûnî ye.
Di peyamên bi zimanê Mayo û Spanî de hat destnîşankirin ku divê tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û got: “Abdullah Ocalan hîn jî di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ev yek ji bo hemû mirovahiyê û gelan cihê şermezariyê ye.”
Tevî nûnerên Mayo, komek ji pêkhateyên xwecihî yên Amîlcîngo Morelos jî piştî semînera 2 saetan a li ser Konfederalîzma Demokratîk, peyama piştgiriyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşandin. Nûneran di peyamên xwe de diyar kirin ku ew li dijî projeyên mezin û li ser esasê parastina axê têdikoşin û daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.