Li Marsîlya û Parîsê Kurd ji bo Ocalan meşiyan

Li Marsîlya û Parîsê Kurd ji bo Ocalan meşiyan

Li paytexta Franse Parîsê û bajarê Marsîlyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî hatin lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Bi boneya yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlayayê bi beşdariya zêdetirê 700 kesî çalakiyek hat lidarxistin. Kurdan di meşê de têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê silav kirin û paçê Kesk, Sor û Zer ê ku 50 metre dirêj hate vekirin.

Kurdên li başûrê Franseyê bi banga Meclîsa Gel a Başûrê Franseyê li bi sedan kes ji Marsîlya, Marignane, Montpellier, St. Rapheal , Niceyê li hev civiyan. Di meê de dostên Kurdan ên gelê Berberî jî bi alên xwe ve bedşar bûn. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin û posterên Ocalan hatin vekirin.

Di xwepêşandanê de posterên Ocalan, alên PKK’ê, flamayên ji rengên Kurdan û pankarên tecrîda li ser Ocalan protesto dikin hatin vekirin. Di çalakiyê de gelek belavokên bi Frensî hatin belavkirin.

Li ber avahiya Walitiya Marsîlyayê axaftin hatin kirin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate protestokirin.

Li paytexta Franse Parîsê jî nêzî 450 kes li hev civiyan û ji Ocalan re azadî xwestin. Çalakger li “Place Joffre, mur de la paix” li hev civiyan û meşiyan ber Ecole Militaire. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û flamanên Kurdan hatin vekirin. Çalakgeran tecrîdê protesto kirin û xwestin tecrîd rabe û Ocalan azad bibe.