Li Lîcê operasyona bipiştgiriya hewayî destpê kir

Li Lîcê operasyona bipiştgiriya hewayî destpê kir

Piştî ku li bejahiya Lîceyê operasyonekî berfireh ya bi piştgiriya hewayê hate destpêkirin, li herêmên daristanî şewat derket.

Li gund û gundikên Lîcê yên Fîs, Fîrdes, Zara, Cinezûr, Hezan, Lîcok, Derkam operasyonekî berfireh bipiştgiriya hewayî destpêkir

Operasyona ku tê diyarkirin di demjimêrên duh şevê de hatiye destpêkirin, di çarçoveya operasyonê de di demjimêrên sibehê de rêya Kocakoy-Lîcê ji aliyê leşkeran ve hate girtin.

Nehat hînbûn ku rê girtine, lê belê hat zanîn ku piştî rê vekirin li herêma daristanî şewat derketiye. Li ser rê gelek wesayîtên zirxî bicih kirine, her wiha liv û tevgera helîkopteran li herêmê balkêşa.