Li Kurkçulerê tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê mafên tedawiyê yên girtiyên nexweş tên astengkirin.
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê mafên tedawiyê yên girtiyên nexweş tên astengkirin.
Ferhat Onkolê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê dimîne, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên mafên girtiyan kir.
Onkolî anî ziman ku ev sê sal in di ketin û derketina girtîgehê de heya li nava devê girtiyan jî dinêrin û Ferhat Onkolî ev jî anîne ziman: “ Ev sê sal in girtî ji bo nexweşxane û rûniştina dadgehê jî derneketine derve. Niha girtiyên bi nexweşiyên giran û kronîk hene û ji ber vê lêgerînê nikarin biçin nexweşxaneyê. Me serî li gelek cihan da, lê belê bersivek jî nehat dayîn.’’
Onkolî da zanîn ku du girtiyên Rojavayî ku du mehan beriya niha hatine binçavkirin û ew anîne Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edeneyê û ji van girtiyan ê bi navê Kamûran Hassan xwestiye biçe şikbeya girtiyên siyasî lê belê li rastî tundiya gardiyanan hatiye û ew avêtine hucreya yekkesî.