Li Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn û Wanê tecrîda saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike hate şermezarkirin. Di çalakiya li Wanê de Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah diyar kir ku, bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin sûcê mirovahiyê tê kirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê esnafên navçeyê bi ramanca şermezarkirina tecrîda saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike dikanên xwe venekirin. Ciwanên li navenda sukê û taxa Cumhuriyetê hatin cem hev qemereyên mobesa dan ber agir û polîsan bi bombeyên gazê mudaxele li ciwanan kir û pevçûnan destpê kir. Bûyer di nava kolanan de berdewam dikin.
SÊRT
Li Sêrtê jî BDP'ê û gelek rêxistinên sivîl ên civakî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Parqa Şaredariyê pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sêrtê Seracettîn Kayran, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, Serokê TUHADDER'a Sêrtê Îrfan Baykara, MEYADER, NCM, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê Seracettîn Kayran diyar kir ku, 13 salin Ocalan di bin tecrîdê de tê girtin û wiha got: "Aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Ocalane."
WAN
Li Wanê ji bi heman armancê BDP, TUYAD-DER, GOÇ-DER ji ber konê BDP'ê heta Kolana Hunerê meşek li dar xist. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, rêveberên TUYAD-DER'a Wanê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikin, em azadiya wî dixwazin" vekirin û sloganên"Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bimire tecrîd", "Bimire AKP" û "Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meşê Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mihrîban Şah daxuyanî xwend û diyar kir ku li Wanê polîsan 2 mal gulebaran kirin û kesek înfaz kirin.
'BI TECRÎDÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKIN'
Şah anî ziman ku, her roj gerîla, polîs û leşker tên veşartin û divê êdî şer bi dawî bibe û wiha got: "30 salin li ser vê axê can tên windakirin. 13 salin li Îmraliyê bi ser Birêz Ocalan tecrîd tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê bi pergala saleke tecrîdê didomîne sûcê mirovahiyê dike. Birêz Ocalan hasasiyeta vê axê ye."
Rêveberê TUYAD-DER'a Wanê Necmî Kalçik jî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî diyar kir ku, bi mîlyonan kurd azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: "Muhatabê çareseriya demokratîk Birêz Ocalane. Divê careke din Birêz Ocalan weke muhatab bê dîtin."
Piştî axaftinan çalakiya runiştinê pêk hat û çareke din heta ber konê BDP'ê meşiyan.
ERDÎŞ
Rêxistina BDP'ê ya Erdişê bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike li ber avahiya BDP'ê kom bû û daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, nûnerê TUHAD-DER, MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Rêveberê TUHAD-DER'ê Feyzi Can, tecrîd şermezar kir û xwest bi lezgîn ev tecrîd bi dawî bibe.
QELQELÎ
Rêxistina BDP'ê ya Qelqeliyê ji bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tevlî bû de li ser navê komê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê navçeya Qelqeliyê Bîlal Teber daxuyanî xwend û diyar kir ku ew tecrîda li dijî hiqûqê pêk tê şermezar dikin.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî şermezar kir. Di çalakiyê re rêveberên BDP'ê, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Şaban Karakaş, Serokê BDP'a Hatayê Mehmet Însan, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredarê Giremira Omer Altun, Şaredarê Stilîlê Lokman Findik Nûnerên MEYA-DER û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Serokê BDP'a Mêrdînê Şaban Karakaş, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û xwest ev tecrîd bi dawî bibe û rê li pêşiya çareseriya demokratîk vebe. Karataş, anî ziman ku gelê Kurd li gel tecrîdê qebûl nakin û tecrîd îşkence ye.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Ocalan" û "Biji serok Apo" bi dawî bû