Li komeleya Kurdan a Helsinkîyê xwarina fitarê

Li komeleya Kurdan a Helsinkîyê xwarina fitarê

Li Komeleya Çandê ya Kurdan a Helsînkîya paytexta Fînlandyayê xwarina fitarê hate dayîn.

Tevî Kurdan, gelek penaberên Somalîyî, bi giştî zêdetirê 100 kes beşdarî xwarina fitarê bûn. Xwarina fitarê ji aliyê melayê Mizgefta Şêx Seîd Mele Nûrî ve hate vekirin. Mele Nûrî xwest ev xwarina fitarê bibe wesîleya aşitiyê û azadiyê bîne her çar parçeyên Kurdistanê.

Piştî ku ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dejiyana xwe ji dest dane Fatîha hat xwendin, xwarin hat xwarin.