Bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî û çepên Elman ji bo şermezarkirina êrîşên talanwarî yên rejîma AKP’ê ya li Kurdistanê û ji polîtîkayên nijadperestiyê re bêjin na, dirûşmên “Em rê nadin şerê Erdogan” û “Rê nadin nijadperstiyê” berz kirin.
Rêxistinên NAV-DEM, TJK-E, Ciwanê Azad, AGÎF û Çepên Elman bi dirûşmeya “Ji terora AKP’ê re bêje raweste, li dijî nijatperestiyê piştgirî” mîtînga ku xwestin li dar bixin, bûn hedefa êrîşa provakator ên endamên Komîteya Tirkên Nû yên li Elmanya ku girêdayî UETD’ê ne û di bin sêwana rêxistina AKP’ê ya Ewropayê de ne.
Ciwanên Kurd ên ku êrîşa nijadperestan şkandin, vê carê jî rastî êrîşa polîsên Elman hatin. Bi dehan ciwan hatin binçavkirin. Di êrîşa polîsan de hat dîtin ku gelek ciwan jî birîndar bûne. Hinek kesên ku di nava girseyê de ji bombeyên gazê yên polîsan bi awayekî zêde bi kar anîn bi bandor bûn, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.
Tevî li ser banga ÛETD’ê ya li Koln û herêma wê jî meşa faşîstan a ku ji Ebertpaltzê wê destpê bikira, hat dîtin ku rêjeyekî pir kêm beşdar bûne. Di tevahiya meşê de nijadperestên Tirk heqaret li gelê Kurd û nirxê wan kirin, dem bi dem êrîş jî kirin. Li dijî vê rewşê komek ciwanên Kurd bertekên xwe nîşan dan û çalakiyek blok li dar xistin. Di van çalakiyên blok de polîsên Elman li hember hewldanên provakatorên faşîstên Tirk bêdeng ma, mudaxeleyî ciwanên Kurd kirin.
Piştî mîtînga nijadperestan, dema ku xwestin ber bi herêma Kurd û demokrat lê bûn ve bimeşin, alozî derket. Li Kolnê îro 4 TOMA û 1700 polîs li ser kar bûn.
Li aliyê din dema ku hat bîhîstin faşîst li ser torên civakî bi rêxistin bûne û wê bi ser avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de bigirin, ciwanên Kurd herikîn pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk. Polîsan hemû rêyên kolanên ku diçin komaleyê dorpêç kirine û rê li çûyin û hatinê girtine. Polîs niha li pêşiya deriyê komaleyê nobedê digirin, rê nayê dayîn ku ti kes bikeve hundir û derkeve.