Li Kolnê bi hezaran jin meşiyan
Li bajarê Elmanya Kolnê, bi hezaran jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dijî şîdeta sîstema bi serdestiya mêr meşiyan.
Li bajarê Elmanya Kolnê, bi hezaran jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dijî şîdeta sîstema bi serdestiya mêr meşiyan.
Bi şiyara "Em li dijî nîjadperestî, şer û şîdeta sîstema bi serdestiya mêr dimeşin" jin li Domm-Roncallîplatzê li hev civiyan û al, pankart û dowîz rakirin.
Çalakî ji aliyê gelek rêxistin û platformên jinan ve ku Saziya Jinên Kurd CENÎ jî di nav de hebû, hat organîzekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo jinên ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan û berxwedêrên jin ên şehîd ketin, nûnerên rêxistinên jinan û koçberan axivîn.
Tevî rêxistinên jinan, komên antî faşîst, antî nîjadperestî û antî kapîtalîst ên çepgir jî tevlî meşê bûn.,
Nûnera CENÎ di axaftina xwe ya li vir de got, "Li pişt me, ji Clara Zetkîn û Roza Luksembûrgan heta Zîlan, Bêrîtan, Sara, Arîn, Sêvê û bi deh hezaran berxwedêrên jin ên navên wan nayên zanîn, mîrateyeke berxwedanê heye. Em ê bi ser bikevin."
Meş danê êvarê li Heumarkê veguherî mîtîngê. Lê belê polîsan nexwestin hin komên çepgir û ciwanên Elman ên anarşît bikevin qadê. Li ser dijderketina girseya gel, komên hatin astengkirin derbasî qadê bûn.