Li Kocaeliyê jî avahiya BDP'ê şewitandin

Li Kocaeliyê jî avahiya BDP'ê şewitandin

Li Dîlokê avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin, serê sibehê jî kesên nasnameya wan nediyar avahiya BDP'ê ya Kocaeliyê şewitandin.

Serê sibê di demjimêr 04.00'an de kesên nasnameyên wan nediyar, benzîn li deriyê avahiya BDP'ê ya Kocaeliyê ku li Qada Ozgurlukê li qatê 6'mîne kirin û şewitandin. Şewata ku gihişt hundirê avahiyê zirarek mezin da avahiya BDP'ê.

Di 20'ê Tebaxê de jî piştî teqîna li Dîlokê avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan ji aliyê faşîstan ve hatibûn şewitandin û wêrankirin. Lê polîsan koma faşîst asteng nekiribûn.