Li navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê bi sedan kesên li tax û gundan kom bûn êrîşî kurdan kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Komê heta demjimêrên şevê li kolanan dirûşmeya "Bila Kurd bicehimin" geriyan.
Hate hînbûn ku li navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê Kurd rasta lînçê hatin. Li gorî agahiyan, koma ji sedan kesan pêk dihat şevê din li navenda sûka Babaeskiyê êrîşê kargehên kurdan û qehwexaneyên karkerên Kurd diçinê kirin.
Hate gotin ku li Babaeskî komek bi gotinên provoke yên "PKK'ê li vir xeraç top dike" welatî kom kir û ber bi demjimêrên şevê êrîşê kurdên li qehweyê kirin. Di encama êrîşê de bi dehan kes hatin darp kirin û 2 kurd birîndar kirin. Birîndar şûna nexweşxaneyê birin qereqolê. Hate hînbûn ku, birîndar heta serê sibehê li qereqolê hatin rawestandin, lê kesên êrîşî kurdan kirin heta serê sibehê bi gotinên wek "Bila kurd bicehimin" berz kirin.
Hate gotin ku ji bo jiyana kurdên fikar zêde ne. Hate hînbûn ku ketin û daketina navçeyê, gundê Nadîrlî ye Kurd le dijîn ji aliye polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Kirklareliyê û revêberên BDP'ê yên bûyer sehkir ber bi Babaeskî ve ketin rê.