Li Kîelê 15’ê Tebaxê bi pîknîkê hat pîrozkirin

Li Kîelê 15’ê Tebaxê bi pîknîkê hat pîrozkirin

Kurdên li deverên cûda yên cîhanê, cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi coşek mezin pîroz dikin û pîrozbahiyên Kurdan berdewam dikin. Kurdên li bajarê Almanya Kîelê, li parka Werf a li semta Gardenê li hev civiyan û Cejna Vejînê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina kesên di têkoşîn azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û di pîrozbahiyê de axaftinên girîng hatin kirin. Di serî de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Kurdistanê û hemû gelê Kurd hate pîrozkirin. Her wiha şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hate silavkirin.

Girseyê li ber stranên hunermendên herêmî Dewran, Selman, Bênav û Ehmed govend gerand. Çalakî di saetên êvarê de bi fîşekên hewayî bi dawî bû.