'Li Kerkûkê biryarên siyasî girêdayî dengdana welatiyan e'

Parlementerê berê Dilêr Mihemed got: “Dengdan ji bo girtina biryarên siyasî girîng e. Ji ber ku rêjeya dengan dikare hevsengiya siyasî li Kerkûkê biguherîne.”

Îro saet di heştê sibehê de dengdana giştî ya Hilbijartina Encumenên Parêzgehên Iraqê dest pê kir ku piştî 18 salan yekem car e ku li Kerkûka başûrê Kurdistanê ev hilbijartin tê kirin.

ANF’yê bi parlementerê berê yê Parlemena Herêma Kurdistanê Dilêr Mihemed re hevpeyvînek saz kir. Dilêr Mihemed di hevpeyvînê de qala girîngiya hilbijartinê û rewşa Kerkûk û deverên veqetandî kir.

“BI HILBIJARTINÊ SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK TÊ BICIHKIRIN”

Der heqê girîngiya hilbijartinê de, Dilêr Mihemed da zanîn: “Hilbijartin her tim girîng in, çiku erk û mafê hemwelatiyan e. Eger hemwelatî bixwazin sîstemeke demokratîk bi cih bikin, girîng e ku beşdarî hilbijartinê bibin. Ji ber ku yek ji girîngtirîn stûnên demokrasiyê hilbijartin e ku têkiliya wê bi azadiya raderbirînê re, bi azadiya rêxistinbûna siyasî re, bi azadiya mafên mirovan û serweriya qanûnan re heye.”

Li ser rewşa Kerkûkê û girîngiya hilbijartinê ji bo Kurdan, Dilêr Mihemed got: “Girîngiyeke taybet a hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo rewşa Kerkûkê ya niha heye. Ji ber ku ji berê de li vî bajarê pirneteweyî her tim neteweyeke serdest hebûye û her tim hewl daye ku hemû desthilatan li derdora xwe kom bike. Lewma mumkun nebûye ku li Iraqê mafên hemwelatiyan bêne garantîkirin.”

“DESTÛRÊ NEDIN KU HEWLÊN BEREVAJÎKIRINÊ BI SER BIKEVIN”

Dilêr Mihemed behsa girêdana proseya dengdanê ya li gel biryarên siyasî kir û diyar kir: “Niha pêwîstiya Kurdan li Kerkûkê bi beşdarbûneke cidî  heye. Ji ber ku beşdarbûna Kurdan li hilbijartinê beşdarbûn e li biryarên siyasî.  Çiku li Kerkûkê biryarên siyasî girêdayî dengdana hemwelatiyan in. Girîng e ku hemwelatî mafên xwe yên dengdanê bi kar bînin û destûrê nedin ku hewlên berevajîkirinê bi ser bikevin.”

“HILBIJARTIN GUHARTIN DESTHILATÊ YA AŞTIYANE YE”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Dilê Mihemed her wiha got: “Hilbijartin yek ji wan stûnên girîng e ku mirov dikare pê guhartineke aştiyane ya desthilatê çêke. Bi rêya hilbijartinê mirov dikare rêveberiya Kerkûkê bi awayekî araste bike ku bê cudahî xizmeta hemû gelên bajêr bike.”

“BI DENGDANÊ BIRYARÊN SIYASÎ TÊN GIRTIN”

Dilêr Mihemed di dawiya axaftinên xwe de got: “Gelek girîng e ku Kurd biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin lîsteyên Kurdî. Dengdan ji bo girtina biryarên siyasî girîng e. Ji ber ku rêjeya dengan dikare hevsengiya siyasî li Kerkûkê biguherîne.”