Li Kanadayê xebatên dîplomatîk ên Kurdan

Navenda Civaka Kurd a li bajarê Kanada Torontoyê, bi parlamenterên Kanadayî re hevdîtin kir û ji wan xwest, ku navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.

Navenda Civaka Kurd a li bajarê Kanada Torontoyê, bi parlamenterên Kanadayî re hevdîtin kir û ji wan xwest, ku navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin. Di hevdîtinê de her wiha hat xwestin ku alîkarî ji YPG û YPJ'ê re were dayîn. Ev hevdîtin li roja ku li Parlamenta Kanadayê destûrnameya alîkariya ji bo Sûriyeyê dihat nirxandin, rast hat.

Heyeta ji Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Torontoyê Îhsan Kaya, endamên Komîsyona Dîplomasiyê Seyfî Tomer, Hadî Elîs û Dogan Dogan, bi Wezîrê Parastinê Josen Kenny, parlamenter Mark Adler, Chungsen Leung, Costas Menegaskis, Ted Opisle re rêze hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de hat xwestin ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin û alîkarî ji YPG û YPJ'ê re were dayîn.

Di vê navberê de destûrnameya alîkariya ji bo Sûriyeyê, ku di heman roja hevdîtina heyetê de li Parlamentê hat nirxandin, saleke din hat dirêjkirin.