Li Kanadayê dewleta Tirk hate protestokirin
Dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bi cih bike hewl dide li herêma Teroyan a Gurgumê kampê ava bike, li bajarê Ottowa yê Kanadayê hate protestokirin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montrealê hate organîzekirin, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin.
Di çalakiyê de Însyatîfa Ciwanên Welatparêz ê Montrealê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî 38 sal di ser qetlîama Gurgum a sala 1978’an re jî derbas bûye, hikûmeta AKP’ê dîsa bi heman seneryoyan dixwaze qetlîamên nû pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êdî ti hêz nikare nasname, çand û zimanê gelê Kurd ji nedîtî ve were û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku divê tecrîd demildest bi dawî bibe.
Di axaftinan de hate gotin ku divê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi dawî bibe û her wiha berxwedana xwerêveberiyê jî hate silavkirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, pankartên ku dewleta faşîst a Tirk protesto dikin hatin hilgirtin. Çalakî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.