Li Îzmîtê di depoya muhimmatên leşkerî de teqîn pêk hat. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 4 leşker birîndar bûn.
Li gundê Rahmiye yê Îzmitê di depoya leşkerî ya Çuhaneyê de serê sibê di demjimêr 09.00'an de teqîn pêk hat. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 4 leşker birîndar bûn. Sedema teqînê nehat zanîn. Gelek ambulans çûn cihê bûyerê û lêkolîn hatin destpêkirin.