Li Îzmîrê teqîn: 2 leşker mirin, 8 birîndar

Li Îzmîrê teqîn: 2 leşker mirin, 8 birîndar

Li navçeya Foça ya bajarê Tirkiye Îzmîrê, di dema wesayîta leşkerî ya ji Fermandariya Bargeha Deryayî derdiket de teqînek pêk hat. Herî kêm 2 leşker mirin, 8 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihihandin ku piştî teqînê pevçûnek qewimî, li gorî agahiyên destpêkê 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Bûyer, vê sibê saet di 08.00 de qewimî. Hat diyarkirin ku di encama teqandina teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin de 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn. Bombe ji dûr ve hat teqandin. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Foçayê.