Li Îzmîrê polîsan gule reşandin: 1 jê giran 3 sivîl birîndar bûn

Li Îzmîrê polîsan gule reşandin: 1 jê giran 3 sivîl birîndar bûn

Li Navçeya Karabaglara Îzmîrê wesayîta polîsên fermî û wesayîtek sivîl li hev qelibîn. Ji ber ku polîs bi bêtêlê li serê welatiyekê xist, di navbera polîs û welatiyan de pêvçûn derket. Hate îdîakirin ku polîs di pêvçûnê de çek bi kar aniye. Di encama pêvçûnê de yek jê giran 3 welatî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hate girtin de, Li navçeya Karabaglara Îzmîrê nêzî Lîmontepeyê wesayîta polîsan ya fermî û wesayîtek sivîl li hev qelibîn. Di navbera polîs û welatiyên bi navê Emrah, Ercan û Erhan Cem ku birayê hevin, nîqaş derket. Li ser vê yekê polîsekê bi bêtêlê li serê welatiyekê da. Piştî vê di navbera polîs û welatiyan pêvçûn derket.

Di pêvçûnê de hate zanîn ku, polîs pêşî bi çeka xwe gule berdaye lingên welatiyan, pişt re jî gule berdaye zikê wan. Hate zanîn ku, Emrah, Ercan û Erhan Cem rakirin nexweşxaneyê, lê rewşa Emrah Cem girane. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî helwesta polîsan da û li ser vê yekê di navbera welatî û polîsan de jî pêvçûn derket. Li ser vê yekê polîsên din jî hatin cihê bûyerê û gule berdan hewayê. Her wiha polîs ji bo welatiyan belav bike bombeyên gazê jî bikar tîne. Li hemberî vê welatiyan bi keviran bersiv dan polîsan. Pêvçûn didome.../