Li Îzmîrê du teqîn

Li Îzmîrê du teqîn

Pevçûnên piştî kontrola gerîlayan a li ser Colemêrgê berdewam dikin. Li aliyê din ê Tirkiyeyê ango li Îzmîra ku nêzî 2 hezar km ji Colemêrgê dûr e, du teqîn pêk hatin. Di du teqînan îro sere sibê li navçeya Foça ya Îzmîrê pêk hat de herî kêm çawişek pispor mir, gelek leşker jî birîndar bûn. Heta niha kesê êrîşê negirtiye ser xwe.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro sere sibê saet derdora 08.00 li navçeya Foça ya Îzmîrê, dema wesayîta leşkerî diçû Fermandariya Baregeha Deryayî teqînek pêk hat.

Piştî teqîna yekemîn, yekîneyên leşkeran ji Bargeha Deryayî veguhestin herêmî û di wê demê de teqînek din jî rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm çawişek pispor mir, gelek leşker birîndar bûn. Li gorî Haberturkê 2 leşker mirin û 8 birîndar bûn, TRT’ê ragihand ku 30 leşker birîndar bûn.

Midûrê Emniyeta Îzmîrê jî got; “Li Foçayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat, li gorî agahiyên ne zelal, leşkerek şehîd bûye.”

Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Foça û piştî bûyerê operasyon hat destpêkirin.