BDP'a Îzmîrê daxuyand ku ew ê bi girseyî tevli mitînga "Ji bo Ocalan Azadî" bibin û diyar kir ku ew ê qada mitîngê veguherînin qada azadî û aştiyê. Li Hala nû ya bazara Mêrsînê jî 600 dikandar ji mitîngê re hatin vexwendin.
BDP'a Îzmîrê di çarçoveya amadekariyên mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk û BDP'ê ve dê bê lidar xistin de li avahiya bajêr civîna çapemeniyê lidar xist. Endama meclîsa BDP'ê Yildiz Çelîk, endamên însiyatîfa dayikên aştiyê, TAYD-DER û endam û rêvebirên BDP'ê jî tevli civînê bûn. Hevserokê BDP'a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu daxuyanî da û diyar kir ku ewê ji Îzmîrê bi girseyî tevlî mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" dê bê lidar xistin bibin û girîngiya roja 14'yê Tîrmehê anî ziman. Mîkaîloglu got; "Roja 14'yê Tîrmehê ji bo gelê kurd rojeke taybet e. 14'yê Tîrmehê roja bilindkirina berxwedana gelê kurd û ronîkirina riya kurdan e. Mîtîng ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Xweseriya Demorkatîk û Azadiya Gelê Kurd dê bibe mitîngeke dîrokî."
DENGÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ DÊ BILIND BIBE
Mîkaîloglu anî ziman ku divê AKP êdî dengê gelê kurd bibihîze û wiha axivî: "Ji bo ciwanên kurd û tirk nemirin, ji bo rondikên dayîkan nebarin divê AKP destê xwe bixe bin kevir û riya aştî, mûzakere û azadiyê veke. Divê hemû kes tevlî mitîngê bibe û dengê aştî û azadiyê bilind bike. Divê gelê kurd li hemberî komkujiyan dengê xwe bilind bike. Lewma di 14'yê Tîrmehê de qada mitîngê dê bibe qada aştî û azadiyê. “
DIKANDAR VEXWENDÎ MITÎNGÊ KIRIN
Li taxa hala nû ya navçeya Akdenîza Mêrsînê jî 600 dikandarên kurd hatin ziyaretkirin. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, endamên meclîsa BDP'ê Huseyîn Şapuk û Ramazan Yildiz, Hevserokê BDP'a Mêrsînê Musa Kulu û Aynur Aşan û berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan ê Mêrsînê Mevlud Tank di serdanê de dikandar vexwendin mitîngê. Şaredarê Akdenîzê Turk li çayxaneyên taxê geriya û xîtabî gel kir. Turk got; "Gelê kurd heta negihîje azadiya xwe dev ji têkoşîna xwe bernade. Dîsa divê gelê kurd mîladekê binivîsîne, divê li Amedê lehiya mirovan çêbibe. Divê gelê kurd nîşanî cîhanê bide ku ew xwedî mafên xwe derdikeve. Em bawer dikin ku li Amedê bi milyonan mirov dê xwedî Rêbertiya xwe, ziman û çanda xwe derkeve. Em jî ji Mêrsînê bi hezaran kes dê biherikin Amedê." Amadekariyên mitîngê yên li Mêrsînê bi civînên li taxên Şevket Sumer û Guneşê berdewam dikin.