Di encama pevçûna li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimî de herî kêm cerdevanek hat kuştin.
Şevê din di encama operasyona li derdora gundê Akarca yê bajaroka Sarisek a navçeya Îskenderûnê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de pevçûnek qewimî. Di pevçûna ku cerdevan jî beşdar bibûn de herî kêm cerdevanek hate kutşin.
Hate zanîn ku navê cerdevanê hate kuştin Omer Salik e. Piştî pevçûnê hejmarek zêde ya leşkeran veguhestin herêmê û operasyon berdewam dike.