Li Iraqê piştî deh salan yekem hilbijartinên encûmenên parêzgehan têne kirin
Li Iraqê piştî deh salan ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan deng tê dayin. Lîderê Şîa yê muxalîf Muqteda Sadr li 15 parêzgehan hilbijartin boykot kir.
Li Iraqê piştî deh salan ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan deng tê dayin. Lîderê Şîa yê muxalîf Muqteda Sadr li 15 parêzgehan hilbijartin boykot kir.
Dengdanê bi dema herêmî saet di 07:00 de destpê kir. Di bin tedbîrên ewlekariyê de li 7.166 navendên dengdanê wê dengdan heta saet 18:00 dewam bike.
Nêzî 17 milyon hilbijêr, li parêzgehên Iraqê ji bo 285 kursiyan wê di nava 6.000 namzetî de hilbijartinê bikin.
Encûmenên parêzgehan ku piştî dagirkeriya Emerîkayê û hilweşandina Saddam Huseyîn a sala 2003'an hatin avakirin, li Iraqê xwedî erkên taybet in. Hilbijartina waliyê bajaran, peydakirina budçeyê ji bo tenduristî, ragihandin û perwerdeyê ji erkên encûmenan e. Lê belê encûmenên parêzgehan di heman demê de timî bi karên nelirê jî dikevin rojevê. Muxalîf encûmenên meclîsan weke hêlîna karên nelirê dibînin.
Tê payin ku dengdan partiyên Şîa û komên ser bi Çarçoveya Koordînasyonê ya alîgirê Îranê xurt bike.
Lîderê olî yê Şîa Muqteda Sadr ku niha li muxalefetê ye, li 15 parêzgehan hilbijartinê boykot dike.