Li hemberî rûmeta mirovaniyê keyfiyeta rêzdariyê

Li hemberî rûmeta mirovaniyê keyfiyeta rêzdariyê

Her çendî di rêziknameya qanûnê de “ziyanê nedin rûmeta mirovan” di girtîgehan de girtî têne tazîkirin. Ji ber nezelaliya di qanûnê de, pêkanînên di girtîgehan de ji keyfa rayedarên girtîgehan re dimînin. Serokê ÎHD’ya Stenbolê Umît Efe bal kişandinku ev pêkanînên lêgerînê yên di girtîgehê de rûmeta mirovan bin pêdikeû got; “Divê dest ji vê keyfiyetê berdin, bila rêzê nîşanî mehrimyet û bedena mirovan bidin.”

Îşkenceya lêgerîna tazî ya di girtîgehan de tê pêkanîn tu hed û hesaban nas nake. Piştî Komkujiya di Girtîgeha Rihayê de, gelek girtî ji girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê veguhestin girtîgehên rojavayê Tirkiyeyê. Ev girtî li rastî îşkenceya tazîkirinê hatin. Yên li hemberî vê rabûn jî li rastî lêdanê hatin.

Lêgerîna bi destan a li ser girtî û hukûmxwariyan, bi 86’emîn madeya Qanûna Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê ya bi dîroka 13ê berfanbara 2004 tê sererastkirin.

Rêziknameyê sererastkirina di qanûnê de baştir ronî kiriye. Madeya ji bo lêgerîna tazî û çalên laşê mirovan wiha ye:

"a) Lêgerîna tazî, divê bi awayek ku hesta şermê ya hukûmxwarî neyê binpêkirin û divê kesek din jî nebîne.

b) Di dema lêgerînê de pêşî kincên jor ji ber tên kirin, kincên jêr jî, piştî yên jor li ber hatin kirin, ji ber tê kirin. li ser van kincan lêgerîn pêk tê.

c) Di dema lêgerîna tazî de, divê bi baldarî destê xwe nede laş. Ger madeyek an jî tiştek di çalek a laş de were dîtin, divê ji kesê tê lêgerîn were xwestin ku ew tişt an jî made derbixe, ger dernexe, wê demê dikare serî li zorê bide.

d) Lêgerîna bi awayeke tazî, di demek herî zû de têqedandin.”

‘VALAHÎ TÊDE HEYE

Serokê Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Umît Efe, bal kişand ser sererastkirina “zerer nedin rûmeta mirovan” û got ku valahiyek a vê qanûnê ye. Efe got; “Ev têgeh hê nebûye madde. Ji vîn an jî şîroveya rayedaran re hatiye hiştin. Ew peywirdar ji rûmetê çi fêm dike, ev li gorî wê pêk tînin.”Efe destnîşan kir ku lêgerîna tazî pêkanînek berbelav e.