Îdîayên ku digotin taxên Kurdan ên li duwemîn bajarê mezin ê Sûriye Helebê, hatine bombebarankirin, hatin derewandin.
Nûçegihanê ANF’ê yê li Helebê ragihand ku li cihên nêzî taxên Kurdan ên li Helebê pevçûn di navbera hêzên muxalîf û artêşa Sûriyeyê de rû dane, lê belê taxên Kurdan Eşrefiye û Şêx Meqsûd nehatine bombebarankirin. Çapemeniya Tirk îdîa kiribû ku taxên Kurdan hatinebombebarankirin.
Nûçegihanê ANF’ê ragihand ku li cihê ku jêre tê gotin Goristana Ermeniyan, pevçûn qewimîn. Her wiha, hat diyarkirin ku taxa Selehedînê jî bi şev û roj ji hewa û erdê ve hat bombebarankirin.
Ajansên rojavayî jî ragihandin ku artêşa Sûriyeyê di 8’ê tebaxê de dest bi operasyona bejahî kiriye û pevçûnên dijwar ên di navbera her du aliyan de rû dane, di encamê de Artêşa Sûriyeyê ya Azad ji taxa Selehedînê vekişiyaye.
Her wiha, li Helebê şert û mercên jiyanê her ku diçin zortir dibin. Li taxên Kurdan jî heman pirsgirêk hene. Bi taybet pirsgirêka nan her ku diçe zêdetir dibe. Firin jî nikarin têra mirovan nan bipêjin. Pirsgirêkên ceyran, gihiştin û ragihandinê jî berdewam dikin.
Kesên ji taxên din ên bajêr direvin bajarên Kurdan, di park, dibistan û kolanan dijîn. Xebatên Meclîsa Gel ên ji bo pêşwazîkirina gel berdewam dike. Li Helebê nêzî 600 hezar Kurd dijîn û her du taxên Kurdan ji aliyê Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG) ve tên parastin.