Li Helebê pevçûnên dijwar

Li Helebê pevçûnên dijwar

Li bajarê Helebê ku duwemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û hejmarek zêde ya Kurdan lê dijî, pevçûnên dijwar di navbera hêzên muxalîf û artêşa Sûriyeyê de diqewimin.

Hin çavkanî radigihînin di şer de helîkopter jî têne karanîn. Her wiha, hekmarek mezin a şêniya bajêr derikeve.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Esad deverên di destê muxalîfan de didin ber topan û li gorî hin çavkaniyan helîkopter jî di şer de tên karanîn. Li gorî nûçeyên ji herêmê tên gelek kuştî û birîndar hene.

Duh (23’ê tîrmehê) şer û pevçûnên li herêmê gihiştin taxên Kurd lê dijîn jî û di encamê de Kurdek jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Kurdên li taxên nêzî pevçûnan direvin semtên piraniya wan Kurd lê hene, an jî gundên xwe.