Li Helebê pevçûnên dijwar

Li Helebê pevçûnên dijwar

Ev bi rojan bû artêşa Sûriyeyê li Helebê amadekariya operasyonê dikir, îro dest bi operasyoneke mezin kir. Bi tankan ve ket bajêr û pevçûnên dijwar diqewimin.

Li Helebê şerê mezin ê di navbera rejîma Sûriye û Arrtêşa Azad a Sûriyeyê de ku bi rojan bû amadekariya wê dihat kirin dest pê kir. Hat diyarkirin ku dengê topan ji herêmên Selhedîn û Hemdeniye yên navenda bajêr tên û pevçûnên dijwar diqewimin.

Hat diyarkirin ku li herêma Sukkerî jî pevçûnên dijwar dest pê kirin û tê payîn ku di nava rojên de pevçûnên dijwar li bajêr biqewmin.

Nûçegihana/ê BBC ya/yê li herêmê ragihand ku Artêşa Azad a Sûriyeyê ya li benda êrîşê ne xwedî wê hêzê ye ku bikare xw li ber êrîşê bigire.

Di van demên dawiyê de peçvûnê herî dijwar li Helebê diqewimin. Li vî bajarî nêzî 600 hezar Kurd hene. Ji ber pevçûnan Kurd li semtên weke Şêx Meqsud kom bûne. Komîteyên parastina gel ên sivîl û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hewl didin ku nehêlin pevçûn bigihin cihên ku Kurd lê dijîn.

Roja pênçşemê, gava endamên Meclîsa Gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) alîkariya xwarinê ji malbatên Kurd re dibirin, li taxa Tariq El Dabê li rastî êrîşa rejîma Sûriyeyê hatin û di encamê de 3 Kurd jiyana xwe ji dest dan. YPG’ê li hemberî vê yekê çalakiyeke bersivdanê pêk anî û di encamê de herî kêm 6 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.