Li Helebê gel nikare nan peyda bike

Li Helebê gel nikare nan peyda bike

Şerên dijwar ên di navbera rejîma Esad û komên muxalîf ên piştgirî ji Rojava digirin li Helebê berdewam dikin. Gel jî ji ber van şerên dijwar li rastî pirsgirêkên xûrek, ceyran û avê tên. Herî dawî di encama topbarana li Helebê de 2 jinên Kurd hatin kuştin.

Raperînên gel ên di adara 2011 de li Sûriyeyê dest pê kirin, veguherînin pevçûnên dijwar û bi xwîn. Pevçûn dijwar di van rojên dawiyê de li Helebê diqewimin. Li gorî agahiyên nûçegihanên ANF’ê didin, pevçûnên di navbera rejîma Esad û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) herî zêde li taxên li derdora bajrê diwimîn. Navenda bajêr jî di destê rejîmê de ye.

Hat diyarkirin ku şevê din di encama topbarana artêşa Sûriyeyê de jinên Kurd ên bi navê Emel Mihemed Xelîl a 27 salî, dayîka wê Emîne Dawud a 50 salî û dapîra wê Elmas Dawûd a 70 salî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ev bûyer duh qewimî. Di encama berika tope ya li xaniya malbata Kurd de her sê jinên navborî jiyana xwe ji dest dan. Malbat bi eslê xwe ji gundê bajaroka Raco ya Efrînê ye.

Herî zêde gelê sivîl jiyanê ji van pevçûnên dijwar dibîne û bi hezaran kes li benda alîkariya zad û xûrekan in. Li bajêr pirsgirêka herî mezin jî ew e ku li bajêr ard peyda nabe. Dîsa ji ber pevçûnên dijwar ên li bajêr ceyran hatiye birîn, tevî gihiştin, ragihandin û pirsgirêkên erzaq jî hene.

Hema bêje rojê 10 saetan ceyran tune ye. Guman heye ku ev yek zêdetir jî bibe. Ji ber rojiya Remezanê jî ev pirsgirêk her ku diçe zêdetir zoriyê dide jiyanê. Ji ber ceyran tune ye, klîma naxebitin, gel jî ji ber germahiyê nikare derbikeve derve.

Firin jî an naxebitin an jî bi awayek pir kêm dixebitin. Ji bo mirov ji firinekê nan bigire, divê tu bikevî dorê. Li du taxên Kurdan Eşrefiye û Şêx Meqsûd jî heman pirsgirêk hene. Li Helebê nêzî 600 hezar Kurd dijîn û piraniya wan li van her du taxan in. Komîteyên parastina gel van her du taxên Kurdan diparêzin.

Ji ber pevçûnan peydakirina gaz û mazotê pir zor e. Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji ber aşên ard di destê rejîma Baasê de ne, lewma îro jî ev pirsgirêk hene. Mislim destnîşan kir ku ev pirsgirêk herî zêde li Helebê heye û da zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi derfetên xwe pêwîstiyên xwe yên di vî warî de pêşwazî dikin.

Kurd ji destpêka serhildanên li Sûriyeyê ve di her warî de amadekariyên Ji ber wê jî cihê herî zêde ji bo jiyanê guncaw û bi ewle Rojavayê Kurdistanê yhe. Kurdan di 19’ê tîrmehê de dest bi bidestxistina rêveberiyên herêmê kirin û di encamê de gelek bajar bi dest xistin û xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Kurdên li taxên din ên Helebê dijîn, ji ber ewlehiyê tên van her du taxên Kurdan. Roja pênçşemê, gava endamên Meclîsa Gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) alîkariya xwarinê ji malbatên Kurd re dibirin, li taxa Tariq El Dabê li rastî êrîşa rejîma Sûriyeyê hatin û di encamê de 3 Kurd jiyana xwe ji dest dan. YPG’ê li hemberî vê yekê çalakiyeke bersivdanê pêk anî û di encamê de herî kêm 6 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.