Li Helebê amadekariya şerek dijwar

Li Helebê amadekariya şerek dijwar

Bi rojane pevçûnên dijwar li duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê Helebê diqewimin. Û niha jî amadekariya şereke mezin li vî bajarî tê kirin. Artêşa Esad ji bo careke din Helebê bi dest bixe, hêzên xwe dişîne derdora bajêr.

Rayedarên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ragihand ku rejîma Esad ji derdora bajarê Îdlîba li ser sînorê Tirkiyeyê bi hezaran leşker veguhestiye derdora Helebê. Berdevkê Leşkerî yên Konseya AAS’yê yê li Hebebê albay Abdul Jabbar El-Oqaidi ji AFP’ê re axivî û got; “Ji Jabal el Zawihah a ku ji bo rejîmê, ji Îdlîbê strastejîktir e, leşkeran vediguhêzin Helebê.”

Rêveberiya Şamê, duh, cara yekemîn balefirên şer jî li Helebê xist dewrê û hat diyarkirin ku bi berdewamî navenda bajêr tê bombebarankirin. Hat diyarkirin ku rêveberiya Şamê ji bo serdestiya xwe li Helebê zêdetir bike, pevçûnên dijwar li wir pêk tîne. Vê yekê jî rê li ber koçberiya şêniyên bajêr vekir.

Ji ber van pevçûnan, bi deh hezaran kes ji bajarê Helebê yê ku xwedî şêniyek 2.5 milyon e, derdikevin. Hat diyarkirin ku rêberiya Şamê leşkeran vediguhêze derdora bajêr. Hat diyarkirin ku kesên wesayîtên wan hene, tiştên pêwîst digirin û dibin, ji bajêr derdikevin. Gelek kes ber jî berê xwe didin semtên aram ên bajêr.

Tê payîn ku di saetên pêş de pevçûnên ji bo bidestxistina kontrola bajêr dijwartir bibin.

Ji aliyeke din ve, Rûsyayê ragihand ku wana ji Sûriyeyê di mijara çekên kîmyewî de garantî wergitine . Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûs Gennadi Gatilov ji rojnameya Inter-Tass re axivî û diyar kir ku wana ji bo çekên kîmyewî garantî ji rêveberiya Şamê wergitine.