Li Hatay û Edeneyê 1 jê zarok 10 kes hatin girtin

1 jê zarok 10 kesên ku di pîrozbahiyên Newrozên li Hatay û Edeneyê de hatin binçavkirin, hatin girtin.

1 jê zarok 10 kesên ku di pîrozbahiyên Newrozên li Hatay û Edeneyê de hatin binçavkirin, hatin girtin.

19’ê Adarê di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Îskenderûn a Hatayê de  Kadîr Ertaş, Amed Kran, Hamza Yaman, Tûfan Kûran, Dogan Imrak, Reşît Akcan, Canan Sarıoglu, Pinar Tegen, Farûk Baglamiş û Azat Demîr hatibûn binçavkirin. Deh kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyeta Navçeya Îskenderûnê, îro danê nîvro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî lêpirsînên li dozgeriyê Tûfan Kûran, Pinar Tegen û Azat Demîr serbest hatin berdan, yê din jî bi îdîayên “propagandaya rêxistinê dikin” û “bêyî destûr tevlî çalakiyan bûne” bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Lêpirsînê hatin kirin.

Hakimtiya Lêpirsînê bi heman hincetan her heft welatî jî girtin û şandin girtîgehê.

5 jê zarok 7 kesên ku 20’ê Adarê dema pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyeta Navçeya Ceyhanê, danê sibehê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê, 4 zarok serbest hatin berdan, 1 jê zarok 3 kes jî bi îdîayên “propagandaya rêxistinê kirine” û “ endamê rêxistinê kirine” hatin girtin.