Li Hambûrgê ji girtiyên siyasî re azadî hate xwestin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Cîhanê meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Cîhanê meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Cîhanê meşek hat lidarxistin..Bi sedan kesên bi banga Însiyatîfa Kurdistana Tatort li Sternschanze kom bûn, ji girtiyên siyasî re azadî xwestin.
Di axaftinên dema meşê de hat diyarkirin ku ji ber qedexeya PKK’ê ya 22 salan bi sedan Kurdistanî ji ber fikrên xwe yên polîtîk tên darazandin û ceza digirin, bal hat kişandin ku Kurd li welatên Ewropayê qasî Elmanyayê rastî zextê nayê.
Niha bi îdîaya endamtiya PKK’ê Ahmet Çelîk, Kenan Baştû, Mûstafa Çelîk, Mehmet Demîr, Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Mûhlîs Kaya di girtîgehên Elmanyayê de ne. Abdûllah Şen jî du roj berê serbest hate berdan.
Di îdîanameya Muslum Elma, Erhan Akturk, Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin, Haydar Bern, S. Aledeî Ûgûr, Mûsa Demîr, Samî Solmaz, Denîz Pektaş û Mehmet Yalçin ên bi endamtiya TKP/ML tên tewanbarkirin û ji 15’ê Nîsana 2015’an ve di binçav de ne, tevlîbûna avakirina xweseriya demokratîk a Rojava jî cih digire.
Meş li ber girtîgeha Holstenglacîs a ku siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak lê girtiye bi dawî bû. Hate hînbûn ku girtiyê Kurd Mehmet Demîr ê cenazeyê wî hat teqezkirin, ji girtîgeha Hambûrgê sewqî girtîgeha Oslebshaûsenê hatiye kirin.