Li Graz, Bîel, Arnhem, Evry, Aachen û Munsterê kongreyên NCDK
Li bajarê Awûstûrya Grazê, li bajarê Swîsre Bîelê, li bajarê Hollanda Arnhemê, li bajarê Fransa Evry û li bajarê Elmanya Aachenê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe pêk anîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 11 avrêlê 2016, 07:16
Li bajarê Awûstûrya Grazê, li bajarê Swîsre Bîelê, li bajarê Hollanda Arnhemê, li bajarê Fransa Evry û li bajarê Elmanya Aachenê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe pêk anîn.
GRAZ: NCDK a Grazê kongreya xwe ya 3. a Asayî lidar xist. Di kongreyê de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak rewşa dawî ya siyasî nirxand. Piştre rapora salekê ya karên NCDK'ê hat xwendin û nirxandin. Di hilbijartina li vê derê de tevî destnîşankirina Hevserokan, komîsyonên rêxistinbûyîn, civakî, edalet, têkiliyên derve, ciwan, jin û saziyî hatin avakirin.
BÎEL: 3. Kongreya NCDK a Bîelê bi beşdariya bi dehan delegeyan destpê kir. Li dû nirxandina pêvajoya siyasî ji aliyê Xidir Dêrsim ve, rapora karê salekê hat xwendin û piştre hilbijartin hat kirin. Guler Menge û Nûsret Demîr weke hevserok hatin hilbijartin. Bi hilbijartina komîsyonên kar re kongre bi dawî bû.
ARNHEM: Kongreya NCDK a Arnhemê, di şexsê şehîdê xwerêveberiyê Mehmet Tûnç de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên xwerêveberiyê û şehîdên Kurdistanê destpê kir. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li vê derê rewşa dawî ya siyasî nirxand. Di encama hilbijartinên li kongreyê de Ela Oncu û Delîl Amed ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Kongre bi stranên Hozan Rûbar Şîno bi dawî bû.
EVRY: Di kongreya li Evry de jî rewşa dawî ya siyasî hat nrixandin. Piştî xwendina rapora karê salekê, komîsyon hatin hilbijartin û delegeyan soza bersivdayîna li dema nû dan. Di dawiya kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, çand, aştî û lihevkirin, bawerî, têkiliyên derve, ciwan û jinan hatin avakirin.
AACHEN: 3. Kongreya Asayî ya NCDK a Aachenê bi beşdariya nêzî sed delegeyî pêk hat. Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî, raporên karê salekê hatin nirxandin, meclîsa nû hat hilbijartin û armancên ji bo sala nû hatin destnîşankirin. Mahmût Guler û Hulya Aridûrû ji bo hevserokatina NCDK a Aachenê hatin hilbijartin.
MUNSTER: Kongreya NCDK a Munsterê, 80 jê delege bi beşdariya 200 kesî li saloneke Şaredariya Munsterê pêk hat. Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, ciwan, bawerî, çand, aştî û lihevkirin, têkiliyên derve, ziman û perwerde, dîsîplîn, maliye, malbatên şehîdan, Rojava û esnafan ahtin avakirin. Ji bo hevserokatiya meclîsa ji 61 kesî jî Medya Yilmaz û Ayhan Çelîk hatin hilbijartin.