Li gor Serokê ENS'e pirsgirka Kurd bi makeqanûnê çareser dibe

Li gor Serokê ENS'e pirsgirka Kurd bi makeqanûnê çareser dibe

Serokê Encumena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) Ebdulbasit Seyda derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku; “Ti aliyekê Kurd di hevdîtinên me de behsa cûdabûnê nekirine. Pirsgirêka Kurd pirsgirêgek niştîmanî ye û tevahiya Sûriyeyê elqeder dike. Divê di çarçoveyek fermî de bê ziman û di makezagonê de jî cîh bigre. Divê di çarçoveya qanûna de mafê gelê Kurd bê naskirin. Nexwe em wê ew zilma ku heya niha li ser Kurdan dihate meşandin, nerawest.”

Serokê Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda duh êvarê li Hewlêrê civînekê çapemeniyê li dar xist û derbarê serdana xwe ya herêma Kurdistanê û hevdîtinên xwe de agahî dan. Seyda di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku, ti rewatiyek rejîma Esed nemaye û di qada navneteweyî de jî êdî tu kes baweriyê bi vê rejîmê nayne û got: “Li hember vê rejîmê serkeftina gelê Sûriyeyê nêzîk e”.

‘DERIYÊ XWE JI PENABERAN RE VEKIN’

Ebdulbasit Seyda diyar kir ku, wî û heyeta pêre bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîne û jê xwestine ku bêyî ku tu cûdahiyekê nijadî, olî û mezhebî berçav bigrin, deriyên xwe ji hemû penaberên Sûriyeyê re vekin. Seyda got ku wan serdana wargeha Domîz kirine ku tê de penaberên Rojava dimînin, rewşa penaberan şopandine. Her çend hinek alîkarî hatibe dayîn jî rewşa penaberan bi giştî ne baş bûye. Ji ber vê wan ji hukûmeta herêmê daxwaz kirine ku derfetên baştir bidin penaberan.

‘GER PIRSGIRÊKA KURD BI AŞTIYANE ÇARESER BIBE, EWLEKARÎ Û ARAMIYA WELAT BAŞTIR DIBE’

Seyda derbarê hevdîtina xwe ya li gel Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENSK) û Wezîrê Derve yê Tirk Davûtoglû de jî agahî dan û got: “Di vê hevdîtinê de nûnerên herêma Kurdistanê jî amade bûn. Hemû aliyan di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kirin. Me bi Davûtoglû re li ser mijara çareseriya pirsa Kurd jî kir û ji wan re got ku, ger pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane çareser bibe ewlekarî û aramiya li welatên herêmê jî baştir dibe”.

‘EM JI DIXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’

Li ser mijara venexwendina PYD û Meclîsa Gel ya Rojava Kurdistanê (MGRK) ya ji civînê de jî Seyda bi kurtî axivî û got ku, hevdîtin di navbera her du encumenên niştîmanî de bûye û ti armancek wisa nebûye ku PYD û Meclîsa gel ji derveyî bihêlin. Seyda diyar kir ku, pirsgirêka Kurd yek jê pirsgirêkên sereke yê Sûriyeyê ye û weke tevahî aliyên Kurd ew jî dixwazin di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de pirgirêka Kurd çareser bikin. Seyda got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêgek niştîmanî ye û tevahiya Sûriyeyê elqeder dike. Divê di çarçoveyek fermî de bê ziman û di makezagonê de jî cîh bigre. Divê di çarçoveya yasayan de mafê gelê Kurd bê naskirin. Nexwe em wê ew zilma ku heya niha li ser Kurdan dihate meşandin, neraweste”.

‘EM JI IRAQÊ PIŞTGIRIYÊ DIXWAZIN’

Serokê ENS’ê Ebdulbasit Seyda li ser şer û pevçûnên di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyeyê de jî axivî û got: “Niha li Heleb û Şamê pevçûnên dijwar hene. Artêşa Azad gav bi gav înîsiyatîfê ji dest artêşa rejîmê de derdixin. Me ji her kesî daxwaz kiriye ku piştgiriyê bidin şoreşgerên Sûriyeyê. Bi taybet em piştgiriyê ji Îraqê dixwazin. Ji ber ku wan jî ji dest rejîma berî ya Sedam gelek zilm û zorî kêşandin û ew ji êşa gelên Sûriyê baştir fam dikin”.

‘TU CIDIYETA PLANA ANNAN NEBÛ’

Seyda di dawiya axaftina xwe de behsa hewldanên Neteweyên Yekbûyî û plana Kofî Annan jî kir û da zanîn ku plana Kofî Annan hê di serî de nekariye agirbesta di navbera her du aliyan de bixe meriyetê û got: “Ji bo çavdêriyê ji aliyê NY ve 300 kes hatibûn erkdarkirin. Lê belê ji bo welatek wek Sûriyeyê û şêniyek 23 milyonî ev qas çavdêr pir kêm bûn. Ji ber vê ti cidiyeta vê planê nebû. Di nava vê vê pêvajoyê de zêdetirî 30 hezar hemwelatiyên Sûriyeyê mirin. Gelek bajar hatin bomberankirin. Ji ber vê yekê her kes gehişte wê biryarê ku ev plan nikare çareseriyê biafirîne”.

Hêjayê gotinê ye ENS, ji aliyê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û welatên Rojava ve tê destekkirin û heta niha ji bo naskirina mafên Kurdan tu pêngavek neavêtiye.

Davûtoglû di 1’ê tebaxê de hatibû Hewlêrê û bi Barzanî re hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de gelek rayedarên payebilind ên PDK û YNK’ê jî amade bibûn. Davûtoglû di 2’yê tebaxê de çûbû Kerkukê . Hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşanî vê serdana Davûtoglû da û diyar kiribû ku haya wan ji serdaneke wiha tune ye.

Piştî serdana Kerkûkê Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû di serdana xwe ya Hewlêrê de bi Serokê ENS Ebdulbasit Seyda û her pênç endamên Desteya Bilind a Kurdan ên ji aliyê ENKS’ê re hevdîtine pêk anî.

Piştre aşkere bû ku ev hevdîtin bê agahiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) pêk hatiye û her pênç nunerên ENKS’ê bê agahiya hemû endamên Desteya Bilind a Kurdan beşdar bûye. Hevserokê PYD’ê û endamê Desteya Bilind a Kurdan (DBK) Salih Muslîm ji ANF’ê re axivî û got; “Bê ku em agahdar bikin, civînek wiha li dar xistin. Ev biryar bi awayeke hevpar nehatiye dayîn.” Muslîm bi bîr xist ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih jî beşdarî hevdîtinê bûye û got; “Me xebatên xwe yên hevpar rawestand, heta ev bûyer bê zelalkirin em ê civîna xwe li Qamişloyê pêk bînin.”