Li Girtîgeha Sêwasê ya nîv vekirî, hate îdîakirin ku girtiyekî ji qata 3'emîn xwe avêt xwar û dawî li jiayna xwe anî.
Hate zanîn ku, girtiyê 24 salî yê bi navê E.K. ku li Girtîgeha Sêwasê ya nîv vekirî, dimîne, ji qata 3'emîn xwe avêt xwar û dawî li jiayna xwe anî. Hate hînbûn ku, bûyer hefteyek berê pêk hat. E. K. ku birîndar bû rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cûmhûriyetê. E.K. ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.