Girtiyên ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Şakranê ya Navçeya Aliaga hatine kirin, diyar kirin ku li her derê girtîgehê kamera hatine bicihkirin û li ser wan tundî û îşkenceya derûnî tê meşandin. Girtiyan anîn ziman ku, bi van pêkanînan dixwazin Şakranê bişibînin Zindana Amedê.
Girtiyên ku ji girtîgehên herêmê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Şakranê hatin kirin, diyar kirin ku li ser wan îşkenceya fîzîkî û derûnî tê neşandin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û bal kişandin ser pêkanînên li girtîgehê. Girtiyan destnîşan kirin ku, rayedarên girtîgehê li her dera girtîgehê kamera bicih kirine û li dijî girtiyan şerê derûnî û fîzîkî dimeşînin. Girtiyan da zanîn ku, hêjmartina sibê û êvarî bi pergala haperlorê tê kirin. Girtiyan da zanîn ku, dengê bilind derûniya mirovan xirap dike. Girtiyan destnîşan kirin ku, her girtî ji odeyê tê derxistin li ser wî lêgerînê dikin û ev yek ji bo girtiyekê-î dibe îşkence.
Girtiyan da diyarkirin ku, rayedarên girtîgehê bi van pêkaninan dixwazin Şakranê bişibînin Zindana Amedê û rûmeta wan bişkîne. Girtiyan bilêv kir ku, di axaftinên telefonan de neçar dimînin ku tekmîlê bidin rayedarên girtîgehê û bi vî awayî îşkence dikin. Girtiyan da zanîn ku, mafê wan yê spor û çandê ji destê wan hatiye girtin û di nava şerê derûnî de têkoşînê dimeşînin û êdî Şakran bûye wekî Girtîgeha Kampa Guantanamo.