Li girtîgeha Rihayê binpêkirina mafan didome

Li girtîgeha Rihayê binpêkirina mafan didome

Hat ragihandin ku pirsgirêkên li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ku di encama serhildana li hemberî pêkanînên li girtîgehên 13 kesan jiyana xwe jidest dabûn, her ku diçe mezintir dibin. Girtyê ji doza PKK’ê Ahmet Demîr diyar kir ku, li girtîgeha Rihayê mafên mirovan tên xespkirin û got; "Piştî ku 13 hevalên me hatin qetilkirin pirsgirêk her ku diçe zêdetir dibin. Projeyên qaşo ji bo başkirina şert û mercên jiyanê hatine pêşxistin jî rastiyê dûrin.

Hat ragihandin ku pirsgirêkên li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ku di encama serhildana li hemberî pêkanînên li girtîgehên 13 kesan jiyana xwe jidest dabûn, berdewam dikin. Ahmet Demîrê ji doza PKK'ê girtiye diyar kir ku, tu mafên ku ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn li girtîgeha Rihayê nayê dayîn. Demîr ji ajansa DÎHA'yê re name rêkir û anî ziman ku, mafê 10 demjimêr jiyana hevbeş hatiye rakirin, xebatên civakî û sporê bi temamî ji holê hatine rakirin.

BANGA TELÎBÛNÊ

Demir anî ziman ku, daxwaznameyên wan di çarçoveya xebatên rêxistinî de li ber çavan tên girtin û piştî 13 hevalên wan hatin qetilkirin pirsgirêk her ku diçe mezin dibin. Demîr da zanîn ku, hevalên wan ên ji derve hatin rastî binpêkirina mafan hatin û rûmeta wan hate şikandin. Demîr bang li her kesî kir û xwest bi hestiyar tev bigerin.