Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê diyar kirin ku, di bin zext û gefên mirinê de ne.
Girtiyê bi navê Mehmet Îpek yê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê de bi riya telefon ji malbata xwe re got li girtîgehê binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Xwîşka Îpek Hediye Tunç diyar kir ku, birayê wî 8 sal berê li bejahiya navçeya Lîceyê ya Amedê hate girtin û piştî li Amedê hate darizandin birin girtîgehên Kurkuçuler, Midyad, Erzirom û Gumuşhaneyê tê girtin. Tunç, anî ziman ku birayê wê saleke li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin. Tunç, da zanîn ku birayê wê roja çarşemê di demjimêr 11.00'an de li wan wê geriya û rewşa girtîgehê ji wê re got û wiha got: "Birayê min ji min re got, 'Dixwazin me înfaz bikin. Her tim heqaret û dujînan li wan dikin. Em di bin zextan de ne. Em li hemberî vê yekê di greva biçîbûnê de ne."
Tunç, da zanîn ku ji ewlehiya birayê xwe bi gumane û serî li TUHADER û ÎHD'ê ya Edeneyê da.