Li Girtîgeha Elbistanê mirineke bi guman

Girtiyê bi navê Mûhammed Emîr, li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistana Mereşê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê girtiyê bi navê Mûhammed Emîr ku li wir girtî bû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Vasiyê Emîr, Bekîr Kara diyar kir ku duh 2 polisên sivîl hatine gel wî û jê re gotine ku Emîr jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku Emîr welatiyê Efrînê ye û demeke dirêj e bi îddîaya “endambûna rêxistinê” girtî ye û malbata wî jî li derveyî welat dijî.