Li girtî Gurler cezayê ragirtinê yê 'heqareta li Serokkomar' hat birîn
Melîh Gurler ê li Girtîgeha Bafra tê ragirtin, bi îdîaya ku di nameyeke xwe de 'heqaret li Serokkomar kiriye' bi 1 sal û 6 mehan cezayê ragirtinê hat cezakirin.

Nameya Gurler a 10'ê Mijdarê ji aliyê komîsyona xwendina nameyan a girtîgehê ve hat xwendin, dûre ji bo lêkolînkirinê radestî Serokatiya Desteya Dîsîplînê hat kirin.
Ji ber ku Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan Abdurrahî Boynûkalin giliyê wî kir, li 3. Dadgeha Asliye ya Bafrayê der heqê Gurler de doz hat vekirin. Dadgehê îdîa kir ku Gurler di nameya xwe de heqaret li Serokkomar kiriye û bi 1 sal 6 meh cezayê ragirtinê, Gurler ceza kir.